Duh artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, rûspiyê eşîra Inêzan û 4 sivîl li herêma Girê Spî, girtin.
Li Girê Spî ya dagirkirî, rûspiyê eşîra Inêzan şêx Ehmed li gundê Mişêrfê girtin û heta niha çarenûsa wî ne diyar e.
Şêxê Ehmed, keyasetekî sereke ya eşîrên Ereban li Sûriyê tê naskirin û ji girîngtirîn şêxên êla Înêzan ne .
Tevî girtina şêx Ehmed jî, çeteyan 4 sivîl ji gundê El-Şikriyê yê Serê Kaniyê revandin û çarenûsa van jî ne diyar e.
Li Serê Kaniyê jî, çeteyan bistanek desteser kir û 3 ciwanên tê de kar dikirin jî, revandin.
Çeteyan ev ciwan êşkence kirin û piştî dayîna pereyan ew berdan.
Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan, ew bistan niha bûye girtîgeheke çeteyan.


