Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê bazirganiyê bi madeyên hişbir dikin

Dawî li hovîtî û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê nayên. Çete, li gel talan û diziyê, bazirganiyê bi madeyên hişbir jî li taxa Eşrefiyê yê navenda bajêr dikin. Her wiha çete şûnwarê derdora gundê Kefer Mezê yê Şera dikolin û Keleha Nebî Hûrî rûxandin. 

Malpera Afrîn Post ragihand ku “çeteyên ‘Feyleq El-REhman’ talan, dizî û bazirganiyê bi madeyên hişbir li taxa Eşrefiyê ya li navenda bajarê Efrînê dikin”.

Malperê diyar kir ku “çeteyan, êrîşî mala ‘Ebû Ebdo’ yê ji gundê Kîmarê yê navçeya Şêrewa ku li heman taxê dijî, kirin û pereyên wî dizîn”.

Her wiha çeteyan, tevahî tiştê di mala Nûrî Oso yê ji gundê Qestelê û Ehmed Kirîf dizîn.

Çeteyan 700 hezar dolar ji mala sivîlekî dizîn

Heman malperê, da zanîn ku koma bi navê qaşo ‘Şirta Eskeriyê’ ya dewleta Tirk, ji mala Şehban Elî yê ji gundê Kurzêlê yê Şêrewa ku beriya vê bi 2 mehan revandibûn, 700 hezar dolar dizîn.e

Her wiha çeteyan, kesê bi navê Salêh Îbo yê ji heman gundî jî revandin.

Li navçeya Cindirêsê, Ebdo Şehban ji gundê Axcelê hat revandin û ji bo berdana wî 2 hezar dolar ji malbata wî hatin standin.

Her wiha çeteyan 12 kes ji gundê Eyn Hecer, Avrazê, KeferCenê û Çema jî revandin.

Çete şûnwarên Kefer Mezê dikolin, keleha nebî hûrî jî rûxandin

Li aliyê din, çete xwaza û şûnwarên Efrînê jî talan dikin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku “çete şûnwarên derdora gundê Kefer Mezê yê Şera dikolin”.

Rêxistinê li ser malpera xwe jî dîmeneke din ê binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê par ve kir.

Di dîmen de, xuya dibe ku çeteyan Keleha Nebî Hurî û şûnwarên derdora wê ruxandine û ala Tirkiyê li ser quba wê hildane.

Back to top button