Rêxistinên Mafê mirovan yên li bakur û rojhilatê Sûriyê teqîna Efrînê şermezar kirin.
Rêxistinan ji aliyên navdewletî jî daxwaz kirin ku ji bo gelê Sûriyê bi erkên xwe yên exlaqî rabin û gotin:
Divê berpirsyartiya teqîna li Efrînê, bikeve ser milê dewleta tirk a dagîrker.
28’ê Nîsanê li Efrînê teqînek mezin rû da.
Di encamê de 60 kes mirin û 70 birîndar bûn.
Li herêmên bakur û rojhilatê Sûrî li dijî teqîna li Efrînê bertek zêde dibin.
Rêxistina mafê mirovan a Efrînê, Rêxistina mafê mirovan a Cizîrê û Rêxistina mafê mirovan a Firatê bi daxuyaniyekê teqîn şermezar kirin.
Rêxistinan sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwastin û diyar kirin ku ev teqîn dewamiya binpêkirin û guhartinên demografî ya ku dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê pêk tîne ye.
Rêxistinan daxwaz ji NY’ê û rêxistinên mirovî kirin ku ji bo gelê Sûriyê bi erkên xwe yên exlaqî û zagonî rabin.
Rêxistinan bang li aliyên navdewletî û yên herêmî jî kirin ku berpirsyartiya exlaqî û zagonî ya vê teqînê deynîn li ser milê dewleta tirk a dagirker.
Û komîteyek lêpirsînê ji bo teqîna Efrînê û binpêkirinên ku li Herêma Efrînê pêk tên, ava bikin.
Her weha ji bo vekşîna artîşa Tirk a dagirker ji tevahiya xaka Sûriyê û berdana hemû revandiyên ku di girtîgehên Tirkiyê û çeteyên wê de bixebitin.