Di dawiya pêvajoya yekemîn a diyaloga Kurd-Kurd de, Şandeya ENKS û PYNK’ê ragihandin ku ew bi hev re gihiştin nêrîneke siyasî ya hevbeş..
Herdu şandeyan bi daxuyaniyeke hevbeş diyar kir ku lihevkirina Dihokê ya 2014’an, bingeha gihiştina diyalog û danûstandinan e.
Li gorî daxuyaniyê;
“16’ê Hezîranê, Şandeya ENKS û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd li bajarê Hesekê pêvajoya yekemîn a diyaloga Kurd-Kurd bi dawî kir.
Em bi hev re gihştin lihevkirineke destpêkê û nerîneke siyasî ya hevbeş..”
Herdu şandeyên partiyan teqezî li ser girîngiya hevkarî û yekîtiya Kurd li Sûriyê kirin û ev gav weke gaveke dîrokî girîng ber bi lihevkirinek mezin û piratîkî bi nav kirin.
Her wiha diyar kirin ku ev lihevkirin wê xizmeta gelên Kurd li Sûriyê û hemû Sûriyan bike..
Di dawiyê de herdu şandeyên ENKS û PYNK’ê spasiya General Mezlûm Ebdî û Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî li ser piştgiriya wan a ji bo avakirina yekîtiya Kurd kirin.