HPG: 31 leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin

Li bakurê kurdistanê li dijî dagirkeriyê şereke dijwar tê meşandin. Gerîlayên HPG û YJA Starê bi çalakiyên bi bandor derbên xurt li dagirkeriyê didin.

HPG’ê ragihand ku li Şirnex heta Colemêrgê û ji wir jî heta wanê gerîlayan çalakî pêk anîne. Di encama van çalakiyan de, 31 leşkerên dewleta tirk a dagiker hatine kuştin.

Li Kurdistanê li dijî dagirkeriyê şer giran bûye.

Ji başûr heta bakur gerîlayan li qadên berfireh çalakiyên xwe zêde kirine.

Îro careke din Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan yên li dijî dagirkeriyê bi daxuyaniyeke nivîskî ev agahî bi raya giştî re parve kir.

“15’ê Hezîranê li herêma Tendurek a navçeya Elbak a Wanê di navbera gerîlayan û artêşa Tirk de şer derket.

Di encamê de gelek leşkerên dagirkeriyê hatin kutşin.

Gerîla Metîn Ozer bi nasnav Firat Dozger,

Muhsîn Arîfzade bi nasnav Simko Sorkew

û Ferdî Yildiz bi nasnav Şervan Cûdî heta kêliya dawî şer kirin û şehîd bûn.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Tolhildanê ya Şehîd Rizgar Gever û Şehîd Medya Mawa de;

15’ê Hezîranê di çalakiya gerîlayên YJA Starê ya li dijî konvoya leşkerî ya devera Korsê ya Çiyayê Cûdî de 13 leşker hatin kuştin û wesayîtek zirxî jî hat teqandin.

Li herêma çiyayê Cûdî ji bo çêkirina rêyan tevî dehan hişyariyên gerîlayan lê çêkirina rêyan de bi israr bûn.

16’ê Hezîranê gerîlayan li dijî van kesên kontra çalakiyek kirin û 4 kontra hatin cezakirin.

Her wiha 4 wesayît, 3 kepçe, kamyonek ên ji bo xebatên rêyên leşkerî kar dikirin hatine şewitandin û bêkêrkirin.

Gerîlayan careke din kesên li vir ji ber heman sedemê hişyar kirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de;

22’ê Hezîranê gerîlayan li ser rêya di navbera qereqolên Xapûşkê û Silortê ya Şemzînana Colemêrgê de li dijî wesayîteke dagirkeran çalakiyeke sabotajê li dar xistin.

Di encamê de, wesayît hate teqandin, lê jimara kuştî û birîndaran nehat tespîtkirin.

23’ê Hezîranê di çalakiyek sekvanî ya gerîlayên YJA-Starê li qada Girê Şikêr a Şemzînanê de leşkerek hat kuştin.

Heman rojê, gerîlayan li Girê Şehîd Bêrîvan li dijî leşkerên dagirker çalakiyeke sabotajê kirin.

2 leşker hatin kuştin û 2 jî birîndar bûne.

25′ Hezîranê gerîlayan li dijî leşkerên li qada Tepê Dûpişkê çalakiyeke sekvaniyê li dar xist û leşkerek dewleta Tirk kuştin.

Her wiha gerîlayên YJA Starê li dijî leşkerên ji Girê Şehîd Bêrîvan diçûn qada Şehîd Dêrsim çalakî kirin û 10 leşkerên dagirkeriyê hatin kuştin.

Back to top button