Bi sedan şêniyên Kobanê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Îbarahîm Mustefa û şervanê QSD’ê şehîd Fewaz Kurt bi merasîmek girseyî oxir kirin. Di merasîmê de şehîd Rabîha û Xelîl hatin bi bîranîn.
Bi tevlêbûna bi sedan şêniyên kantona Kobanê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îbrahîm Mustefa û şervanê QSD’ê Fewaz Kort (Erdal Amed) ên ku dema li ser karê xwe bûn şehîd bibûn li goristana Şehîd Dîcle hatin veşartin.
Di merasîmê de Rabîha Abdulezîz Xelîl û hevserê wê Mihemed ên ku dema erka xwe li dibistaneke bajarê Girê Spî pêk dianîn di êrişa dagirkirinê ya dewleta Tirk û çeteyên wê de şehîd bibûn, hatin bi bîranîn.
Li goristanê piştî merasîma leşkerî, li ser navê Meclisa Leşkerî ya Kobanê û Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Firatê axeftin hate kirin.
Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina riya wan dan.
Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestê malbatên wan hatin kirin.
Di dawiyê de cenazeyên şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi diruşme û tilîliyên dayikanhatin veşartin.