Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm El-Qeftan diyar kir ku yekîtiya Kurd garantora yekîtiya tevahiya gelên Sûriyê ye.
El- Qeftan li ser giringiya yekîtiya Kurd û geşedanên li herêmê rû didin ji ajansa Hawarê re axivî û got:
Yekîtiya Kurd garantorê yekîtiya hemû pêkhateyên Sûriyê ye.
Ev hewldan erênî ne. Ev yekîtî wê bibe tovika rastî ya serkeftina projeya Rêveberiya Xweser û projeya biratiya gelan.
Pêwîst e ev gav bi erêkirina tevhaiya aliyên Kurd dûrî ajandeyên derve pêk were, da ku projeya Rêveberiya Xweser bi ser keve.”