Piştî Lîbyayê, dewleta Tirk vê carê jî çeteyên xwe ji bo ku li rex ‘Tevgera Îslah’ a Îxwanê’ şer bikin dişîne Yemenê.
Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ev yek piştrast kir û ragihand ku artêşa Tirk, heta niha 300 çeteyên xwe amade kirine.
Her wiha Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê jî ragihandibû ku dewleta Tirk, li Efrînê nivîsgehek ji bo tomarkirina navên çeteyên xwe yên ku wê bişîne Yemenê, vekir.
Dewleta Tirk heya niha 16 hezar çeteyên xwe Lîbyayê.