Li paytexta Sûdan Cûbayê tifaqa aştiyê ya dawî navbera hikûmeta Sûdan û Eniya Şoreşger hat imzekirin.
Merasîma îmzekirina tifaqa aştiyê li Qada Azadî ya li Cûbayê pêk hat.
Di merasîmê de serokomarên Çad, Cîbûtî û Somalê, serokwezîrên Misir û Etyobyayê, tevî nûnerên gelek welatên Ereban û nûnerê Amerîkayê ji bo Sûdanê amade bûn.
Ji komên çekdar ku tifaqa aştiyê bi hikûmetê re îmze kir ev in:
Tevgera Artêşa Rizgariya Sûdanê, Tevgera Edalet û Wekheviyê, Tevgera Gelêrî û tevî çend komên din jî.
Li gorî vê tifaqê, wê komên çekdar di demeke diyarkirî de tevlî artêşa Sûdanê bibin û desthilata di hikûmeta Fedral û ya herêmî jî, wê were parvekirin.
Li gorî tifaqê wê kesên ku ji warên xwe koçber bûne vegerin malên xwe.
Hêjayî gotinê ye ku Tevgera Rizgariya Sûdanê ya li Dar-fûrê tevlî vê merasîma îmzekirinê nebû.
Hikûmet hewil dide jî, ku Tevgera Gelêrî ya li bakur tevlî tifaqa aştiyê bibe.