KCDK-E’yê diyar kir ku peymana ku Meclîsa Demokratîk a Xweser a Şengalê ne di nav de be, ji hêla Kurdên Êzîdî, wê neyê qebûl kirin.
KCDK-E’yê diyar kir ev peyman komployeke nû ye ku xizmetê ji stratejiya dewleta Tirk re dike
Dîwana Hevseroktiyê ya Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E)’yê li dijî komploya li ser Şengalê daxuyaniyeke niviskî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, Hikûmeta Iraqê û rêveberiya Başûrê Kurdistanê vîna gelê Şengalê tine dihesibînin û bi peymana ku di nav xwe de danîne plan dikin ku Şengalê dagir bikin.’
KCDK-E got:
”Ev peyman komployeke nû ye ku xizmetê ji stratejiya dewleta Tirk re dike.
Ev peyman lîstikeke bi tahloke ye ku Başûrê Kurdistanê, Rojava û hemû Kurdistanê dike hedef.”
KCDK-E’yê diyar kir ku PDK û hikûmeta Iraqê ya ku reviyan û bûn sedema komkujiyan ti heqekî wan li Şengalê nîne, ev peymana wan nayê qebûl kirin.
KCDK-E: Bêdengmayîn pejirandina komkujiyên nû ye
KCDK-E’yê got:
”Divê her kes li hember vîna gelê Şengalê hurmetdar be.
Ti peymaneke ku ji Meclîsa Demokratîk a Xweser a Şengalê ne di nav de be, ji hêla Kurdên Êzîdî, gelê Kurdistanê û mirovahiya xwedî wijdan ve nayê qebûlkirin.
Li dijî vê plana qirêj di serî de saziyên Kurdistanî, rewşenbîr û hunermend divê li dij derkevin.
Bêdengmayîn pejirandina komkujiyên nû ye.”
KCDK-E’yê herî dawî bang li gelê Kurd, dostên Kurdan û mirovahiyê kir ku li dora Şengalê xeta berxwedanê avabikin.