Amerîka: Vekişîn, girêdayî kêmkirina rêjeya tundiya li Efxanistanê ye

Serokê Desteya Erkana Hevbeş a Artêşa Amerîkî Mark Milley da xuyakirin ku vekişîna hêzên Amerîkî ji Efxanistanê, girêdayî kêmkirina rêjeya tundiya li wir e.

Mark Milley diyar kir ku vekişandina qefla dawî ya hêzên Amerîkî, li ser pabendiya Tevgera Talîban a sînorkirina pêkanîna êrîş û avêtina gavên aştiyê digel hikûmeta Efxanistanî dimîne.

Milley got:

“Xala bingehîn, bidawîkirina şerê li Efxanistanê ye.”

Li gorî bernameya vekişînê, dihat payîn jimara hêzên Amerîkî yên li Efxanistanê berî bidawîbûna vê mehê, daketa 4 hezar û 500 leşkerî.

Lê belê Pentagon ev yek heta 2021’ê ragirtiye, da ku çavdêriya çawaniya pêşketina guftûgoyên li Dohayê bike.

Back to top button