Rêveberiya Xweser qedexeya derketina derve li bajarê Qamişlo, Hesekê, Reqa û Tebqayê ragihand.
Ji ber belavbûna vîrûsa Coronayê li herêmên bakur û rojhilatê Sûrî, Rêveberiya Xweser tedbîrên nû girtin.
Rêveberiyê qedexeya qedexeya derketina derve li bajarê Qamişlo, Hesekê, Reqa û Tebqayê ragihand.
Wê qedexe 26’ê Mijdarê dest pê bike û heta 5’ê Kanûnê dewam bike.
Li gorî giştînameyê wê nexweşxane û firneyên nan vekirî bimînin.
Her wiha ev biryar ji bo cotkaran ne derbasdare.