Li Almanyayê 27 sal in li ser PKK’ê qedexe heye. Qedexeya li ser PKK’ê li bajarên Berlîn, Frankfûrt û Kolnê hate protestokirin.
Li Almanyayê 27 sal in li ser PKK’ê qedexe heye.
Ji bo PKK ji lîsteya terorê were derxistin Kurdistnaniyên Almanyayê daketin qadan û qedexeya li ser PKK’ê li bajarên Berlîn, Frankfûrt û Kolnê hate protestokirin.
Di çalakiyan de polîtîkaya Elmanyayê ya ku piştgiriyê dide dewleta Tirk hate şermezar kirin.
Çalakgeran alaya PKK’ê ya 30 metreyî vekirin û sloganên ‘PKK gel e, gel li vir e’ berz kirin.
Nûnerên tevgerên çep ên Elman û Tirkiyeyê jî tevlî çalakiyan bûn û li dijî qedexe û krîmînalîzekirinê banga têkoşînê kirin.