Şêniyên gundên Robarya yê Dêrikê ji bo paqijkirina gundê xwe pêngavek dan destpêkirin. Şêniyan banga paqijkirina derdorê li herkesî kirin.
Şêniyên gund, li pêşiya avahiya meclisa gund kom bûn û dest bi paqijkirina gund ji bermahiyan û çopê kirin.
Şêniyên gund gotin:
Paqijiya gund berpirsyariya her gundiyekî ye.
Gelek şerm e mirov gemarê biavêje her derê. Divê her kes çopê têxin tûrikan û deynin cihê wê yê diyar.
Şêniyan anîn ziman ku ji bo paqijkirinê, ev hemleya 4’emîn e û banga paqijiya derdorê li herkesî kirin.
Zarokên gund jî tevlî hemleyê bûn û xwestin ku şênî gund paqij bihêlin.
Hemleya komkirina çopê li nava gund û derdora wê dewam dike.