Gava yekemîn ji pirojeya cihê çopê li Qamişlo û Amûdê bi dawî bû

Rêveberiya Jîngehê ya herêma Cizîrê qonaxa yekemîn ji pirojeya çêkirina cihê çopê li Qamişlo û Amûdê bi dawî kir.

Rêveberiya Jîngehê bi hevkariya Komîteya Şaredariyan û Komîteya Parastina Jîngehê ya Herêma Cizîrê ev qonaxa bi dawî kir.

Qonax bi avakirina stasyonên veguhastina çopê li bajarên Qamişlo û Amûdê bi dawî bû û niha jî dest bi qonaxa duyemîn ji pirojeyê dikin.

Her wiha piştî ku çop li van stasyonan kom bibe wê bi rêya barhilgirên mezin veguhezînin cihê sereke ya ku li bajarokê Holê û li wir, were binerdkirin.

Endezyarê di Rêveberiya Jîngehê de Beşîr Elî diyar kir ku hilbijartina cihê guncaw li gorî dûrbûna wê ji bajar û ava binerd hate hilbijartin.

Ev cara yekem e ku projeyek bi vê rengî li ser asta herêmê çêdibe, helbet armanca projeyê ew e ku çopê bêyî ku zirarê bide derdorê, were tunekirin.

Back to top button