Li Rojhilatê Kurdistanê 11 xwendekar û çalakvan hatin binçavkirin

Hêzên rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê, di 2 rojên dawîn de herî kêm 11 xwendekarên zanîngehê û çalakvanên sivîl binçav kirin.

Li gorî nûçeya Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê di nava 2 rojên dawîn de herî kêm 11 xwendekarên zanîngehê û çalakvanên civaka sivîl ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine binçavkirin.

Heman çavkaniyê ragihand ku xwendekar û çalakvanên binçavkirî ji bajarên Kerec, Mehabad, Rebet û Merîwanê ne.

Hate zanîn ku ev kesên navborî birine cihekî nediyar û heya niha li ser sedema binçavkirina wan ti agahiyek nehatiye belavkirin.

Back to top button