Amerîkayê Friedrich Karl Berger ê 95 salî yê li kampên Nazî gardiyanî kiribû radestî Almanyayê kir.
Berger ji eyaleta Tennessee ya DYA’yê ber bi Almanyayê ve hate şandin û li balafirgeha Frankfûrtê daket.
Serdozgeriya Celleyê ragihand ku Berger azad e û dema pêwîstî çêbû dikare îfadeyê bide.
Têkildarî kesê navborî biryara girtinê nîne.
Hate ragihandin ku Berger li gel temenê xwe yê dirêj, tenduristiya xwe baş e û dikare îfadeyê bide.
Dozgerê Giştî Bernd Kolkemeier ji AFP’ê re axivî û diyar kir ku sûcdariyên li Berger tên kirin ji ber kêmaniya delîlan meha Kanûnê bi dawî bû.
Berger ji sala 1959’an ve li eyaleta Tennessee ya DYA’yê dima û têkildarî rabirdûya wî kesî bi tiştekî nedizanî.
Li gorî agahiyan, piştî ku sala 1950’î keştiyek ji belgeyên Nazî noqî binê avê bû û dûre hate dîtin, li dijî Berger lêpirsîn hate meşandin.
Berger di dema lêpirsînê de diyar kir ku ew li kampê gardiyan bû, lê kiryareke li dijî mirovahiyê nedîtiye.