Erdogan daxuyaniya Serokwezîrê Îtalyayê ku tê de ew wekî dîktaror pênase kiribû, şermezar kir.
Serokkomarê Tirkiyê Erdogan diyar kir ku daxuyaniyên Serokwezîrê Îtalyayê Mario Draghi, rûqayîmbûn û qirêjiya wan eşkere dike.
Li gorî Erdogan, ev daxuyanî têkiliyên di navbera wan de derbe dikin.
Hefteya borî, Erdogan bi Serokê Konseya Ewropa Charles Michel û Seroka Komisyona Ewopa Ursula von der Leyen li Enqereyê civiya û tê de Erdogan, Charles Michel li ser kursiyê kêleka da rûniştandin û Ulsula li pêyan hişt..
Vê yekê hêrsek li cem rayedarên Ewropî çêkir û gelek bertek li dijî Erdogan hatin nîşandan.