Endama Nivîsgeha Jinan a PYD’ê ya herêma Firatê, Sara Xelîl êrîşên li ser hebûn û vîna jinan nirxand û got: “Dê li hemberî hemû êrîşan hêza jinan bi serkeve.”
Li hemberî jinan şerekî mezin heye.
Endama Nivîsgeha Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê Sara Xelîl bi vê gotinê, êrîşên li ser hebûn û vîna jinan de nirxand.
Sara diyar kir ku divê jin li beramberî êrîşên heyî xwe biparêzin û got:
Sara Xelîl da zanîn ku di nava şeran de yên herî zêde tên armanckirin jin û zarok in.
Sara îşaret bi kirinên dewleta Tirk yên li dijî jinan li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî kir û anî ziman ku rojane jin tên revandin, kuştin û rastî destdirêjiyê tên.
Sara Xelîl: Em hewl didin xwe bigihînin tevahî jinan
Sara Xelîl eşkere jî kir ku wan weke Meclis Jinan a PYD’ê şaneyên xwe dane avakirin li gor vê jî serdana hemû tax û kolanên Kobanê dikin, bi riya civîn û semîneran li jinan guhdar dikin û li gorî wê xebatên xwe didin meşand.
Sara Xelîl: Hêza jinan a têkoşer wê bi ser keve
Endama Nivîsgeha Jinan a PYD’ê Sara Xelîl teqez kir ku hêza jinan a têkoşer, li beramber neyaran, wê bi ser keve.