Baylozê Îranê yê Iraqê diyar kir ku pêşwaziyê li navbeynkariya Bexdaya ya ji bo Tehranê û welatên din nêzî hev bike.
Baylozê Îranê yê Iraqê Îrec Mescidî li ser navbenkariya Bexda ya di navbera Îranê û welatên herêmê de aixvî.
Îrec Mescîdî diyar kir ku ew pêşwazî û piştgiriya her tevgerekî ku bibe sedema pêşkeftina peywendî, hevkarî û lihev nêzîkbûna Îran û welatên Ereb û cîran dikin.
Mescidî eşkere kir ku wê Îran berdewam gaz û ceyranê henardeyî Iraqê bike.
Îrec Mescidî têkildarî diyaloga stratejîk a di navbera Bexda û Washingtonê de got:
Biryara Parlamentoya Iraqê ya derbarê vekişîna artêşa Amerîka ji Iraqê zelale û Îran bibawere ku hebûna hêz û baragehên Amerîka yên li Iraq û herêmê di berjewendiyên gelên herêmê de nîne.
Rojnameya Brîtanî Financial Times di hejmara xwe ya Yekşemê de eşkere kiribû ku Îran û Erebistana Siûdî li Bexda hevdîtinên rasterast dikin.