Mixalîfên Rûsya xwe amade dikin çarşemê li seranserî welat dakevin qadan

Rêveberiya serokdewletê Rûsya Vladimir Pûtîn bi polîtîkayên xwe rikberê xwe yê herî mezin di zindanê de dirizîne. Aleksey Navalny rakirin newxweşxanê û metirsiya di her kêliyê de dilê wî raweste heye.

Koşka Spî jî dibêje ger tiştek bi Navalny were wê Moskova cezayê vê bide.

Aleksey Navalny yê 44 salî ku ji ber bêedaletiya li zindanê 31’ê Adarê dest bi greva birçîbûnê kiribû.

Rêveberiya zindanê jî zextên li ser Nevalny zêde kiri û ev yek bû sedema ku rewşa wî metirsîdar bibe.

Herî dawî doh Navalny ji girtîgeha li herêma Vladimir rakin nexweşxanê.

Li dijî zexta heyî li seranserê welat mixalîf xwe amade dikin ku sibe dakevin qadan.

Koşka Spî: Ger Navalny bimre wê ji bo hikumeta Rûsya encamên xwe hebe

Rewşa lîderê mixalîfên Rûsya di rojeva Koşka Spî de bû.

Berdevka Koşka Spî Jen Psakî di daxuyaniya çapemeniya rojane de ragihand ku ger Navalny bimire, wê ev yek sucên li dijî rêveberiya Rûsya bi xwere bêne.

Back to top button