Gerîlayên HPG û YJA Starê derbên giran li dagirkeran didin û herî dawî, dawiya 3 leşkerên din ên dagirkeriya Tirkiyê anîn.
Gerîlayên HPG û YJA Starê 2’ê Gulanê li qada Mervanos a Avaşînê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Dilgeş çalakiyek kir.
Di encamê de, 3 dagirker hatin kuştin, yek jî birîndar bû.
Yekîneya Tolhildanê 2 dagirker li Wanê birîndar kirin
Yekîneya Tolhildanê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku li taxa Xaçortê ya Wanê di 28-29’ê Nîsanê de, 2 çalakî hatin lidarxistin. Di encamê de, 2 polîsên Tirk birîndar bûn.
Ev çalakî li dijî wesayiteke Tirkî, bi fîşekên hewayî û bi bombeya dengî, hatin kirin.
Yekîneya Tolhildanê teqez kir, ew ê li dijî tecrîd û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê bênavber li ber xwe bidin.