Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro bi şandeyeke Danîmarkî re civiya.
Hevserokên Daîreya Têkiliyên Derve Ebdilkerîm Omer û Dîna Remedan û bi Serokên şandeya denîmarkî Christopher Vivek ku berpirsê dosyaya Sûriyê li Wezareta Derve ya Denîmarkê ye û William Biderson mezintirîn şêwermendan û berpirsê alîkariyên mirovî li Wezaretê Denîmarkî, civiyan.
Di Civînê de, rewşa giştî ya herêmê, aloziyê Sûriyê û girîngiya rola Rêveberiya Xweser di çareserkirina aloziya Sûriyê de, hate nîqaşkirin
Her wiha bal hate kişandin li ser êrîş û kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li djiî herêmê û binpikirinên ku dijî sivîlên herêmê pêk tîne.
Rewşa mirovî ya kampan û qutkirina alîkariyên mirovî li ser koçberên li kampan jî piştî girtina Deriyê Til Koçer hate nîqaşkirin.
Hêjayê bibîrixistinê ye ku şandeya denîmarkî ji roja sêşemê ve derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye û serdana gelek sazî û rêxistinên rêveberiyê kiriye