Ji ber bahoza bihêz ya li rojhilat û naverasta Çînê xistî, 10 kes mirin û 367 jî birîndar bûn.
Berpirsan ragihandin doh li gorî dema herêmê saet 19:00 li herêma Şîngzî ya eyaleta Ciangsu, di 20:40 jî li paytexta eyaleta Hubei Wuhanê bahoz rabûye.
Bahoza li Wuhanê di saetê de bi leza 86 kîlometreyan diherikî û di encam ê de 6 kes mirin û 218 jî birîndar bûn.
Ji ber bahozê 27 avahî hilweşiyan û li 130 avahiyan jî ziyan derket.
Her wiha ji ber dîrekên elektirîkê jî ziyan dîtin, nêzî 26 hezar û 600 avahî di tarîtiyê de man.
Rayedaran ragihandin ku bahoza li Şingzi jî dawî li jiyana 4 kesî anî û 149 jî birîndar kir.
Dema ku li Şingzi gelek kargeh zirar dîtin, qutbûna mezin a elektrîkê rû da.
Li her du deverên ku bahoz lê rabûyî, tîmên hawarçûnê dest bi lêgerîn, rizgarkirin, rakirina mayînan, vekirina rê û alîkariya lezgîn kirin.