Rêveberiya Xweser biryara 119 betal kir

Piştî nerazîbûna gel li her deverê, Rêveberiya Xweser biryara jimara 119’an betal kir.

Rêvberiyê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku ji bo pêkanîna daxwazên gel, biryara 123’an derxist û ya 119’an betal kir.

Hevserokê Meclisa Rêveber Ebid El-Mihbaş, sersaxî ji malbatên her du qurbanên xwepêşandanên li Şedad û Hesekê xwest û got:

Ji mafê gel e helwestekî dijî biriyarên rêveberiyê nîşan bide, lê ji bo parastina xwe, divê destpêkê Asayîşê agahdar bikin.

Rêveberiya Xweser a gel e û ji gel re ye, bingeha rêveberiyê jî gel e. Ji mafê wan e helwesta xwe derbarê biriyarên rêveberiyê de, bidin.

Li herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê gel dijî biriyara berî du rojan a jimara 119 ji bo bilindbûna nirxê sotemeniyê hatibû ragihandin, derket û helwesteke neyînî nîşan da.

Ji ber ku Rêveberiya Xweser rêzê ji gelê xwe re digire, vê sibehê birayara jimara 119’an, betal kir.

Her wiha dê buhayên sotemeniyê mîna beriya biryara navborî vegere, heta derketina birayreke nû yan jî heta were sererastkirin.

Back to top button