Li Efrîna dagirkirî Hêzên Rizgariya Efrînê bersiva sûc û hovîtiyên dewleta Tirk û çeteyên wê didin.
Hêzên Rizgariya Efrînê bîlançoya çalakiyên xwe yên 3 rojan eşkere kir.
Hat diyar kirin di encama çalakiyan de, 12 leşkerên artêşa Tirk a dagirker û 2 çete hatin kuştin û 7 leşker jî birîndar bûn.
Hêzên Rizgariya Efrînê bi çalakiyên mezin bersiva sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê yên ku li Efrînê pêk tînin, didin.
Hêzên Rizgariya Efrînê der barê çalakiyên xwe yên 3 rojên daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HRE’ê di daxuyaniya xwe de bi berfirehî ev agahî parve kirin:
1’ê Hezîranê li Marê, hêzên rizgariyê li hember nuqteyeke çeteyan çalakiyek bi droneyê li dar xist.
Di encamê vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehat zelalkirin.
Di heman rojê de li gundê Daglibaşê yê Babê, hêzên rizgariyê li hember çeteyên dagirker çalakiyek li dar xist.
Di encama vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin.
2’yê Hezîranê di navbera gundên Gobelê û Basilê yê Efrînê de, hêzên rizgariyê li hember karwaneke artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xist.
Di encama vê çalakiyê de serleşkerek, 8 leşkerên dagirker hatin kuştin, 3 leşker birîndar bûn.
3’yê Hezîranê li derdora gundê Basufanê, hêzên rizgariyê li hember komeke leşkerên dagirker çalakiyek li dar xist.
Di encama vê çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn.
Li Efrînê, li hember kargeheke gazê ya aîdî çeteyan çalakiyeke sabotajê hat lidarxistin.
Di encama vê çalakiyê de kargeh hat rûxandin.