Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Sivîl a Tebqayê di çarçoveya amadekariyên sala xwendinê ya nû de, perwerdeya mamosteyan û kadroyên perwerdê yên li bajêr bi dawî kir.
Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ji bo amedekirina mamoste û kadroyên perwerdê yên li Tebqayê dewreyek perwerdeyê bi navê Şehîd Kados Qamişlo vekir.
Dewereya ku 15 rojan dirêj kir, îro bi dawî bû.
Hezar û 600 mamoste ji tevahî biranşên xwendinê bi armanca xurtkirina asta wan a zanistî û bikaranîna rêbazên dersdayînê yên nû, tev li perwerdeyê bûn.
Her wiha cara yekem e ku waneyên bi zimanê kurdî ji 8 mamosteyên Kurd re ji aliyê pisporan ve hat dayîn.
Di dawiyê de Rêveberiya waneyên zimanê erebî Silêman El-Silêman diyar kir ku ji bo asta mamosteyan a zanistî û têgihîştina wan di vê perwerdeyê de were zanîn, di dawiya dewreya perwerdê ezmûnek ji wan re hate çêkirin.