QSD: Li gundên derdora rêya M4 8 çete hatin kuştin

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê ragihand ku hêzên wan li gundên derdora rêya M4 hewldanên êrîşa çeteyên Tirk vala derxistin û 8 çete jî hatin kuştin.

QSD’ê ragihand ku navbera dîrokên 21’ê Hezîran û 1’ê Tîrmehê artêşa Tirk gelek gundên Eyn Îsa, Girê Spî û rêya M4 topbaran kir.

Di encama êrişan de gelek şênî birîndar bûn û şêniyek bi nave Mihemed Ibrahîm Elhêşer jî jiyana xwe ji dest da.

Di aliyê bejahî de jî li hember gundên derdora rêya M4 gelek cara hewldanên êrişan çêbûn, lê êriş vala hatin derxistin.

QSD’ê teqez kir ku hêzên wan di çarçoveya parastina mafê rewa de bersiva êrîşan dan û di encamê de 8 çete hatin kuştin.

Her wiha 2 kemerayên Mobesa, 2 çeper, 2 erebeyên zirxî û tangek hatin ruxandin.

Back to top button