Di topbarana dagirkeran a li ser gundên Zirganê de sivîlek birîndar bû

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser herêmê didiomînin.
Di topbarana dagirkera a li ser gundên Zirganê de sivîlek birîndar bû.
Her weha Balefireke bêpîlot ya artêşa dewleta Tirk a dagirker saetên piştî nîvro bajarokê Til Rifet yê Şehba bombebaran kir.

Dagirker ji baregehên ku li gundên Enîq El-Hewa û Bab El-Ferec ava kirine, gundên Dada Ebdal, Niwêhat û Xedrawî ku sivîl lê dimînin topbaran kir.

Ji ber topbarana li ser gundê Niwêhat sivîlek birîndar bû.

Xelkên gund kesê birîndar yekser rakirin nexweşxaneyên Til Temirê.

Back to top button