KCK: Êriş ji aliyê tifaqa AKP-MHP’ê ve tên kirin

KCK’ê diyar kir ku êrişên li dijî Kurdan ji aliyê AKP-MHP’ê ve tê kirin.
KCK’ê dazanîn ku dê êrişên tepisandin û qirkirina gelê Kurd ti carî bê bersiv nemînin. Yên ku ev êriş bi rêxistin kirine û pêk anîne, hesab wê teqez ji wan bê pirsîn. KCK’ê bang li hemû kurdan kir ku xwe li her derê biparêzin.

Desthilata faşîst li bajarên Tirkiyê li dijî kurdan polîtîkayên qirkirinê yên bi sîstematîk daye destpêkirin.

Li bajarên Afyon, Konya û Enqere yên Tirkiyê di 3 rojên derbasbûyî de êrişên nijadperest li dijî Kurdan pêk hat.

Di encama van êrişan de kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 jê giran 13 kes birîndar bûn.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, li ser êrişên nijadperestî yên li dijî Kurdan daxuyanî da.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbata Hakîm Dal’ê ku li bajarê Tirkiyê yê Konya ji aliyê nîjanperestan ve hate kuştin xwest.

KCK’ê destnîşankir ku polîtaya qirkirin û tepisandina kurdan li Tirkiyê tê meşandin û got:

Êrişên ku bi qetilkirina Denîz Poyraz li avahiya HDP’ê ya Îzmîrê dest pê kir, li bajarê Afyon, Enqere û Konyayê berdewam dikin.

“Êrişên li dijî Kurdan ên li bajar û navçeyên Tirkiyeyê pêwendiya xwe bi polîtîkayên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê re heye.

Kurdên ku Kurdîtiyê diparêzin û daxwaza azadiyê dikin, weke dijmin hatine îlankirin.

Dixwazin bi van êrîşan vîna kurdên daxwaza azadiyê dikin bişkînin.

KCK’ê dazanîn ku ev êrîş bi awayekî rêxistinkirî bi destê MÎT, AKP û MHP’ê tê rêvebirin.

KCK: Divê gelê Kurd li her derê xwe biparêze

KCK’ê got;

Desthilatdariya AKP-MHP’ê kengî gefê li Kurdan, li HDP’ê û li hêzên demokrasiyê dixwe, hinek radibin vê yekê ji bo xwe weke talîmatê dibîne û dest bi êrişê dike.

Navendeke şerê taybet heye ku planên tepisandinê li ser Kurdan amade dike, bi rêxistin dike û fermana wê dide.

MÎT û MHP ew hêz in ku van plansaziyên şerê taybet bi cih tînin.

KCK’ê armanca van êrîşên nîjadperest jî wiha nirxand:

Welê dikin ku Kurdek êdî nebêje ‘Ez Kurd im’, bi Kurdî neaxivin û bi nasnameya xwe ya Kurdîtiyê nejîn! Ji ber ku dixwazin Kurdan qir bikin, bi êrişên tepisandinê dixwazin înkarê di destpêkê de di nava Kurdan de bidin kirin.

Li dijî êrîşên nîjadpers KCK’ê bang li hemû kurdên li Tirkiyê û Bakûrê kurdistanê kir ku li dijî êrîşên qirkirinê stûyên xwe xarnekin û divê kurd li her derê xwe biparêzin.

Her wiha KCK”ê daznîn ku dê êrişên ji bo qirkirina Kurdan tu carî bêbersiv nemîne, kesên ev êriş rêxistin kirine û kirine wê teqez hesabê vî tiştî bidin.

Back to top button