AFP: Cîgirê El Bexdadî li Tirkiyê ji aliyê hêzên Iraqê ve hat girtin

Cîgirê serçeteyê DAIŞ’ê Samî Casim El Cebûrî bi operasyoneke taybet a hêzên Iraqê hate girtin.

Ajansa Frans Press AFP eşkere kir ku Cebûrî li Tirkiyê hatiye girtin.

Serokwezîrê Iraqê Mustefa El Kazimî pêr ragihand ku berpirsê fînansê yê DAIŞ’ê û cîgirê Bexdadî, Samî El Cebûrî bik operasyoneke derveyî welat hatiye girtin.

Kazimî têkildarî devera operasyon lê hatî kirin ti agahî nedan.

Lê ajansa nûçeyan AFP ket pey meselê û xwe gihand rayedarên payebilind ên Iraqê.

Li gorî agahiyên ku wî rayedarî dane ajansê, Samî El Cebûrî li nava Tirkiyê ji aliyê îstîxbaratên Iraqê ve hate girtin.

Heta niha li ser mijatê ti daxuyanî ji aliyê hukûmeta Tirk ve nehatine dayîn.

27’ê Cotmeha sala 2019’an dîsa li herêmeke dik bin kontrola dewleta Tirk de, bi operasyoneke taybet a hêzên Amerîka û QSD’ê serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir El Bexdadî hatibû kuştin.

Back to top button