HPG’ê: Li Girê Qertelê herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin

Ji doh ve li herêma Avaşînê di navbera gerîlla û artêşa Tirk de şer giran e.
HPG’ê ragihand ku li Girê Qertelê herî kêm 3 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin.
Her wiha hat gotin, li herêma berxwedanê artêşa Tirk careke din li hemberî gerîlla çekên kîmyewî bikar anîne..

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî rewşa şer a li Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek da.

Li gorî vê;

21’ê Cotmehê artêşa Tirk bi balafiran qada Qertel a girêdayî Avaşînê bi dijwarî bombebaran kir.

Nîvê şevê artêşa dagirker li deverên Girê Silêman, Girê Sor, Gundê Dirê û derdora Girê Qertel careke din bombardiman kir û paşê leşkerên xwe danîn.

22’ê Cotmehê danê sibê li qada Girê Qertelê di navbera hêzên dagirker û gerîllayan de şer derket.

Artêşa Tirk ku nekarî bikeve gerêmê 9 caran çekênm kîmyewî û gazên qedexekirî bikar anîn.

Heman rojê gerîllayan bi bandorê li yekîneyeke artêşa Tirk dan û di encamê de herî kêm 3 dagirker hatin kuştin.

HPG’ê: Artêşa Tirk li Girê Qertelê 17 cara çekên kîyewî bikar anîn

Ji êvara 22’ê Cotmehê heta sibeha roja din, artêşa dagirker bi gazê jehrê 8 caran qada Girê Qertelê bombebaran kirin.

Piştî vê êrişê artêşa Tirk careke din hewl da pêş de were.

Li herêmê di navbera gerîlla û hêzên dagirker de şerê giran dewam dike.

22’ê Cotmehê danê êvarê herêma Werxelê ji aliyê qereqolên sînor ve hat topbarankirin.

Heman rojê qada Çemço jî bi armanca êrişa topxaneyên artêşa dagirker.

Êvara 22’ê Cotmehê li herêma Garê jî balafirên şer qada Kafya Bombebaran kirin.

HPG’ê: Li herêma Botanê operasyonên mezin destpêkirin

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk li herêma Botanê dest bi operasyonên mezin kiriye û ev agahî dan:

Operasyona 30’ê Tebaxê destpêkirin û heta 14’ê Cotmehê dewam kirin.
Di van operasyonan de teknîka herî giran a şer hat bikaranîn.

Tevî vê yekê operasyon hemû ji aliyê gerîllayên me ve hatin pûçkirin.

Artêşa dagirker ku ti encam bidest nexist neçar ma paşde vekişe.

Back to top button