Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî civîneke awarte ji bo rewşa Sûdanê li dar dixe

Demek e li Sûdanê tevlîhevî derketiye û rewş li wir nearam e. Ji bo vê rewşa wê, îro Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî civîneke awarte li dar dixe. 

Li gorî hin çavkaniyên dîplomatîk, ev civîn li ser daxwaza çend welatan wê pêk were.

Ev welat jî,Brîtanya, Îrlanda, Norwêc, Amerîka, Estonya û Fransa ne.

Amerîka daxwaz li rayedarên Sûdanê dike ku rewş mîna berê û bêyî tu mercan vegere mîna berê.

Di xwepêşandanên roja Duşemê yên piştî derbeya leşkerî de, 7 kesan jiyana xwe ji dest daye û 140 kes jî birîndar bûne.

Heftiya dawî, li Sûdanê komên çekdar bi ser mala wezîr û payebilindên hikûmeta demkî de girtin û ew binçav kirin, ev jî bû sedema rûdana aloziyeke siyasî.

Back to top button