Rêveberiya Sivîl a Herêma Tebqayê bi armanca pêşîgirtina li ber belavbûna vîrûsa Coronayê 10 rojan qedexeya derketina derve ya giştî ragihand.
Her weha endamên Meclisa Rêveberiya Xweser jî beşa duyemîn a derziyên vîrûsê li xwe dan.
Rêveberiya Sivîl a Herêma Teqbayê bi daxuyaniyekê ragihand “Ji ber li bajêr jimara pêketî û qurbanan zêde bûye li gorî pêşniyara Komîteya Tenduristiyê ya Tebqayê biryara qedexeya derketinê hat dayîn. ”
Di daxuyaniyê de hat gotin
“Li tevahiya herêmên Tebqa û gundewarên wê heta 10 rojan qedexeya derketina derve ya giştî dikeve pratîkê.”
Li gorî wê, Qedexeya giştî roja sêşemê 2 mehê destpê dike û heta roja pêncşemê 11’ê mehê wê bidome.
Biryara qedexeya giştî, nexweşxane, dermanxane, rêxistinên mirovî, rojnamevan, firin, benzînxane, tevgera sehrîcên veguhestina sotemeniyan û erebeyên kel û pelan di nav xwe de nagire.
Endamên Rêveberiya Xweser beşa duyemîn a derziyên Corona li xwe dan
Her weha îro Endamên desteyên Rêveberiya Xweser beşa duyemîn a derziyên Coronayê li xwe dan.
Derbarê mijarê de Cîgirê Hevserokatiya Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Mehmûd El-Ebdullah axivî û diyar kir ku pêngava derziyan piştî girtina tedbîran û çêkirina testên giştî, pêk hat.
Dr. Mehmûd El-Ebdullah destnîşan kir ku Desteya Tenduristiyê ji bo ku pêşî li belavbûna vîrûsê bigire, li hemû saziyên Rêveberiya Xweser bi vê pêngavê rabû.
Dr. Mehmûd got:
“Ev pêngav ne tenê ji bo sektorên taybet in, lê em sektorên ku cewhera karê wan nahêlin ew serdana navendên derziyan bikin, dikin armanc.”