Kongra Star: Li dora berxwedana Kobanê kom bibin û cark din rabin ser piyan

Sibe 1’ê Mijdarê, Roja Piştgiriya Cîhanî ya Kobanê ye.. Bi vê boneyê Kongra Star daxuyaniyek da û banga kombûn û berxwednê kir.

Kongreya Star di daxuyaniya xwe de anî ziman ” Berî 7 salan Kobanê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hat dorpêçkirin, lê belê berxwedana lehengî ya şervanên YPJ û YPG’ê bû destpêka bidawîbûna DAIŞ’ê.”

Kongara Star destnîşan kir “Jin û YPJ’ê di parastina Kobanê de roleke pêşeng lîst, bi çalakiyên xwe yên wêrek bûn sembola berxwedanê.”

Di daxuyaniyê de hat gotin “Kobanê hat rizgarkirin û ev serkeftin ne tenê ya Kobanî, ya hemû cîhanê bû li dijî terora DAIŞê ku metirsiyeke cîhanî ye. ”

Kongra Star destnîşan kir “Têkçûna DAIŞ’ê û serkeftina YPG û YPJ’ê ji bo dewleta Tirk bû birîneke kûr, ji ber vê yekê êrîşî Kobanê dike.”

Dawiyê bang li hemû hêzên demokratîk, aştîxwaz û hemû rêxistinên jinan ên cîhanê hat kir ku li dora berxwedanê kom bibin û careke din rabin ser piyan.

Back to top button