Şêniyên Tirbespiyê û Şêrawa banga xurtkirina berxwedanê kirin

Li dijî gefên êrişa dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker nerazîbûnên şeniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin.
Şêniyên Efrîn û Tirbespiyê dan zanîn ew ê li hemberî her cure êrişan xaka xwe biparêzin.

Dewleta Tirk a ku bi siyaseta faşîzmê xwe liser lingan digire, cardin hewl dide êrişî herêmê bike.

Li hember van gefan, şêniyên navçeya Tirbespiyê ya Qamişlo girîngiya xweparastinê bi bîr xistin û îşaret bi rastiya şerê gelê şoreşger kirin.

Welatiyê bi navê Sened Hisên diyar kir ku dewleta Tirk ji bo pêkanîna xeyalên Osmanî bi rêka çeteyan dixwaze herêmê dagir bike.

Sened Hisên: Gelê herêmê wê bi hêza şerê gelê şoreşgerî xeyalên Erdogan têk bibe

Sened Hisên îşaret bi rastiya hêza gelê şoreşgerî û yekgirtina gel kir û wiha got:

Hisên dibêje çawa ku erdogan xwe amade dike da ku herêmê dagir bike, gelê herêmê jî xwe amade dike û wê xeyalên wî têk bibe.

Hisên dawî de diyar kir ku ew xwediyên vî axê ne û dev ji axa xwe bernadin, lewra ji her demê zêdetir divê gel xwedî axa derbikeve û berxwadanê mezin bike.

Beşîr El-Êzîdî: Divê gel li ser bingehê xeta gelê şoreşgerî xweparastinê xurt bike

Welatiyê bi navê Beşîr El-Êzîdî jî girîngiya hişyarkirina gel ji xeteriya planên dagirkeriya Tirk de diyar kir ku dagirkeriya Tirk armanc dike herêmê vala bike û gelê herêmê koçber bike.

Beşîr El-Êzîdî anî ziman gelê Kurd êdî ne ew Kurdê bereyê û wiha bersiv da gefên Erdogan:

Mizgîn Lezgîn: Îspat bû ku gelê şoreşger dikare dagirkeriyê têk bibe

Welatiyê bi navê Mizgîn Lazgîn destnîşan kir ku gelê Kurd di çend salên borî de îsbat kir ku gelê şoreşger dikare civakek demokratîk ava bike û dagirkeriyê têk bibe.

Lazgîn berxwedana li Kobanê hatî kirin mînaka vê yekê nîşan da û bang li şêniyan kir ku li hemberî gefên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê xeta gelê şoreşger bidomînin.

Xelkê navçeya Şêrawa: Tenê bi kal û pîran jî mabe em ê gundê xwe biparêzin

Xelkê gundê Soxinekê ya navçeya Şêrewayê jî ku ji dema ku dewleta Tirk Efrîn dagir kiriye û vir ve her roj ji aliyê çeteyan ve têne topbarankirin bersiv dan gefên Erdgan yên li dijî herêmê.

Ji gundiyên Soxinekê Ehmed Mihemed ya ji ajansa ANF’ê re axivî diyar kir ku çi dibe bila bibe wê ji gundê xwe dernekevin û gundê xwe biparêze.

Back to top button