Civîna peymana civakî piştî 3 rojan ji bo demeke ne diyar hat taloqkirin

Civîna Komîteya Avakirina Peymana Civakî a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di roja sêyemîn de li Hesekê bi dawî bû…Di civînê de, li ser gelek xalan nîqaş hatin kirin.

Beşdaran di roja yekê ya cvînê de niqaş li ser pêşgotina reşnivîsa peymana Civakî kirin û hin xal sererast kirin.

Di roja duyemîn de nîqaş li ser prensîbên bingehîn yên Peymanê hatin kirin û li gorî pêşniyar û nîqaşan hin xal hatin sererastkirin.

Di roja sêyemîn ya civînê de jî piraniya nîqaşên beşdaran li ser sîstema meclisên herêmî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû.

Li gorî hatibû plankirin divyabû îro niqaş li ser reşnivîsa ku ji aliyê komîteya teng ya amedekirina peymana civakî hatibû amedekirin bi dawî biba.

Lê ji ber dema hatibû diyarkirin têra nîqaş û xebatên sererastkirina reşnivîsê nekir ji, ji bo çend rojan navber hat dayîn.

Back to top button