Desteya Hundirîn a Jinan civîna xwe ya salê li dar xist

Îro Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê beşa jin, civîna xwe ya salê li dar xist
Civîn li bajarê Qamişlo bi beşdariya 250 delegeyan ji hemû saziyên desteyê hat lidarxistin

Desteya Hundirîn a herêma Cizîrê yekemîn civîna jin a salane (2021) lidar xist.

Civîn li navenda Mihemed Şêxo ya çand û huner a li Qamişlo hat lidarxistin.

250 jinên endam ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, Hêzên Hewarî, Polîsên Tirafîkê, Sutoro-Jin, Natoro-Jin, Rêveberiya Veguhestinê, Rêveberia Rêdanê û Tîmên Ambulanse û Awartê delegeyên civînê bûn..

Nûnerên desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Desteya Jin a herêma Cizîrê û Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî beşdarî civînê bûn.

Di civînê de Hevseroka Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Firyal Hesen axivî….

Firyal Hesen jinên di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn de şehîd bûne bibîr anî û ev tişt got:

“Îro em bi saya şehîdên xwe li vir kom dibin. Em weke jin bi berxwedanî û têkoşîna xwe gihaştin vê astê. Me bi pêşengî cihê xwe di nava şoreşê de girt.”

Paşê, Endama Koordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rîhan Loqo jî axivî û ev yek anî ziman:

“Em ked û xebata we pîroz dibînin. Divê Asayîşa Jin bi rihê xwe yê şoreşger û welatparêzî kar û xebatê xwe dewam bike.”

Piştre, nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên taybet bi jin û rola wê di her qadên jiyanê de hatin xwedin..

Civîn li ragihandinê girtî dewam kir.

Back to top button