Çeteyan ji navçeya Bilbilê ya Efrînê dayîkek û zarokê wê revand

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê bê navber dewam dikin.
Çeteyên dewleta Tirk dayîka 23 salî ku hîn zaroka wê berbişîr e revand û piştî 15 rojan bi girtina pereyan ew berdan.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku çeteyan di 23’ê mijdara borî welatiya bi navê Heyat Sibhî ya ji gundê Elî Karo yê bi ser navçya Bilbilê revand.

Rêxistinê diyar kir bi hincetên bê bingeh Heyat Sibhî ku dayîka zorkeke çend mehî revandin û birin girtîgeha çeteyan a li navenda Efrînê.

Hevjînê Heyat Hemze Hisên neçar dimîne zaroka berşîr rojane bibe girtîgehê ku 25 km dûrî gunde da ku şîrê dayîka xwe bigire.

Hemze Hisên ji bo ku hevjîn û zaroka xwe ji vê rewsê xilas bike, neçar ma pereyan bide.

Back to top button