Bi silogana “Werin Cenga Azadiyê”, ciwanên herêmê 2 roj in dest bi meşa dirêj kiriye. Ciwan duh ji Qamişlo bi rê ketin û îro jî wê ji Tirbespiyê ber bi Girkê Legê ve biçin.
Meş ji aliyê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatiye birêxistinkirin.
Duh ciwan ji Qamişlo bi rê ketin û îro jî wê bigihêjin Girkê Legê.
Ciwan dibêjin ev meşa wan hem ji bo tecrîda li ser Rêber Apo û siyasetên PDK ên li dijî doza kurd şermezar bikin û hem jî piştgirî ye ji bo gerîlayan û berxwedana wan.
Ciwanên beşdar bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku tevlî cenga Azadiyê bibin û tekez dikin heta tecrîd neyê bidawîkirin, ew ê çalakiyên xwe bidomînin.
Em gazî hemû ciwanan dikin ku tevlî pêngava cenga azadiyê bibin.
Ne tenê ciwanên Rojava, em bang li ciwanên Başûr û Bakurê Kurdistanê jî dikin ku li dijî êrişên dewleta Tirk bisekinin.