Li Sûdanê bi Hezaran kes Ji bo Salvegera 3. a şoreşa Kanûnê li qadan bûn

3 sal di ser “Şoreşa Kanûnê” re derbas bû. Beriya sê salan bi çalakiyên xwe gelê Sûdanê karîbû dawî li rejîma Omer El Beşîr bêne. Di çalakiyên salvegera rojê de, bertekên li dijî artêşa darbekar jî zêde bûn. Sûdaniyan careke din daxwaza rêveberiyeke sivîl kirin.”

Beriya 3 salan, li Sûdanê gel karîbû bi xwepêşandanan dawî li deshilata Omer El Beşîr bêne.

Doh di salvegera hilweşandina rejîma El Beşîr ku jêre “Şoreşa Kanûnê” tê gotin de, bi hezaran kes li qadan bûn.

Li gelemperiya welêt bi taybet li paytext Xertûmê li dijî Serokê Meclisa Serweriyê Fermandar Abdulfettah El Burhan ê ku di 25’ê Cotmehê de li welêt derbe pêk anî daketin qadan û dirûşme gotin.

Xwepêşandêran bi daxwaza di zûtirîn dem de rêveberî radestî sivîlan bê kirin, heta Koşka Serokomariyê ya li paytextê meşiyan.

Xwepêşanderan ala Sûdanê û wêneyên kesên ku di xwepêşandanên dijî derbeyê de hatin kuştin hilgirtin, gelek caran dirûşmên “Gel bi hêztir e û ne mimkûn e ku paşde vekişe” gotin.

Xwepêşanderan her wiha diyar kirin ku ew peymana ku 21’ê Mijdarê di navbera El-Burhan û Hemdûk de hatiye îmzekirin qebûl nakin.

Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê ji bo ku xwepêşanderan li nêzî Koşka Serokomariyê belav bikin gaza rondikrêj bikar anîn û gule berdan hewayê

Piştî mudaxeleyê, xwepêşanderan diyar kirin ku ew ê mîna çalakiya rûniştinê ya danê êvarê ku El Beşîr hilweşand, çalakiya rûniştinê pêk bînin.

25’ê Cotmehê artêşa Sûdanê li welat bi pêşangtiya Fermandar Ebdulfetah Burhan darbe pêk anîbû.

Piştî zextên zêde Burhan neçar mabû ku bi Hemdok re li ser rêveberiya hikumetê lihev bikin.

Ji bo vê yekê jî 21’ê Mijdarê peymanek navbera aliyan hate îmzekirin.

Li gorî peymanê, heta 2023 wê hikumet bi artêşê re were parvekirin.

Ji aliyê din ve, li gorî Komîteya Bijîjkên Serbixwe, di xwepêşandanên li dijî derbeyê de herî kêm 45 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Back to top button