
Çalakiyên bi armanca azadkirina Rêber Apo li her deverê tên kirin. Li Kobanê jî duh kon hat vedan û çalakî dest pê kir. Îro du roj in ev çalakî dewam dike.
Çalakî li qada Şehîd Egîd a li bajêr hat destpêkirin.
Li wir kon hat vegirtin û jimarek ji şêniyên bajêr tê de cih girt.
Duh li wir daxuyanî ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Firatê ve hat dayîn.
Di daxuyaniyê de banga bicihanîna erk û berpirsyaryên xwe li aliyên peywendîdar hat kirin.
Ev çalakî wê heta sibe jî dewam bike.
Demek e ji bo azadiya Rêber Apo ya fîzîkî û li dijî tecrîda giran a li ser, asta têkoşîna gelê kurd bilindtir bûye.
Taybet piştî sepandina cezayên nû li dijî wî, li her deverê gel bi hêrs bûye û daxwaza naskirina rewşa Rêber Apo dikin