Li Bangladeşê di şewata li feribotekê de 38 kes mirin

Li Bangladeşê ku welatekî Başûrê Asyayê ye di ferîbotekê de şewat derket. Di encamê de herî kêm 38 kesan jiyana xwe ji dest dan. Metirsî heye ku jimara kesên jiyana xwe ji dest dane zêde bibin.

Rayedarekî tîma agirkujiyê ku ji ajansa Reutersê re axivî û diyar kir ku bûyer li gorî saeta herêmî saet di 03.00’an de rûdaye.

Di encama şewatê de, heta niha 38 cenaze hatine derxistin.

Şewat di ferîbota ku ji paytext Dakkayê diçû Bargunayê de pêk hat.

Hat ragihandin ku şawata di motorên ferîbotê de derketî bi lez belav bûye.

Rêvebiriyên Herêmî jî diyar kirin ku xebatên derxistin kesên asê mayî dewam dikin.

Her wiha fikar nehe ku jimara kesê mirî 50’î derbas bike.

Sedema şewatê jî hîna ne hatiye zanîn.

Back to top button