Şêniyên Qamişlo li bajarokê Girbawî meşek li dar xist

Nerazîbûn û bertekên gelê herêmê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk a li ser Kobanê ku di encamê de 5 ciwan şehîd û 4 jî birîndar bûn, zêde dibin. Şêniyên Qamişlo ji bo şermezarkirina vê êrişê li bajarokê Girbawiyê kom bûn û meşek li dar xist. Tevgerên ciwanan, Kongreya Star, û Meclisa Jinan a PYD’ê bi daxuyaniyên cuda êriş şermezar kirin û ji civaka navnetewyeî xwestin ku bêdeng nemînin.

Li dijî êrişa hovane a dagirkeriya Tirk li ser Kobanê ku di encamê de 5 ciwan şehîd bûn û gelek jî birîndar bûn, hêrsa gel li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde buye.

Welatiyên li Qamişlo ji bo şermezarkirina êrişê li bajarokê Girbawî meşek li dar xist.

Welatî li pêşiya meclisa bajarokê Girbawî kom bûn û dest bi meşê kirin.

Ciwanên Şoreşger a herêma Efrînê komkujî şermezar kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûrî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Herêma Efrînê bi daxuyaniyekê êrişên dagirkeriya Tirk li ser Kobanê şermezar kir.

Ciwan li Kampa Serdem ya li Şehba daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin, berxwedana gerîla dagirkeriya Tirk têk bir, ji bo ku dewleta dagirker li ser têkbirinên xwe bigire, êrişî Şengal û Rojava dike.

Di daxuyaniyê de bêdengiya civaka navneteweyî beramberî êrişa li ser Kobanê hate şermezarkirin.

Ciwanan di dawiya daxuyaniya xwe de soza tolihldanê dan.

Kongra Star a herêma Girê Spî êrişa li ser Kobanê şermezar kir

Kongra Star a Kantona Girê Spî jî bi daxuyaniyekê êrişa li ser Kobanê şermezar kir .

Di daxuyaniyê de hate gotin armanca dewleta Trik ji van êrişan têkbirina aramî û ewlehiya herêmê ye.

Her wiha Rûsya weke berpirsê van êrişan hate binavkirin û ji civaka navdewletî hate xwestin ku van êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê rawestînin.

Meclisa Jinan a PYD’ê bi daxuyaniyekê êrişa li ser Kobanê şermezar kir

Meclisa jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî li Hesekê bi daxuyaniyekê komkujiya li Kobanê şermezar kir.

Di daxuyaniya de hate gotin êrişa li ser Kobanê û beriya wê li ser Zirganê berdewama hişmendiya Osmanî ya hovane ye û armanc jê têkbirina aramiya herêmê ye.

Meclisê bang li rêxistinên hiqûqî kir bi erkê xwe rabin û li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê bêdeng nemînin.

Back to top button