Hindirîn Şêx Raxib: Nabe ji ber pirsgirêkên siyasî deriyên sînoran werin girtin

Çavdêrê Siyasî Hindirîn Şêx Raxib jî li ser girtina deriyê Sêmalka dibêje “Nabe ji ber nakokiyên siyasî deriyên sînor werin girtin” û banga vekirina deriyan kir.

Çavdêrê Siyasî Hindirên Şêx Raxib derbarê girtina deriyên sînor de ji ajansa nûçeyan a Rojnews’ê re axivî.

Hindirîn anî ziman ku Rojavayê Kurdistanê temamkerê Başûrê Kurdistanê ye û li beramberî Rojava erka wan heye û got:

”Pirsgirêk û nakokiyên di nava aliyên siyasî de her çiqas kûr bin, nabe bandoriyê li aboriya xelkê bike.

Wê şikestina Rojavayê Kurdistanê ti sûdê nede Başûrê Kurdistanê, berovajî li ku derê ziyan bighêje kurdan ziyan dighêje tavahiya Kurdistanê.”

Hindirîn Şêx Raxib piştrast kir nabe ji ber pirsgirêkên siyasî deriyên sînoran werin girtin û banga çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogan kir.

Back to top button