Kazexîstan..Di roja 3. a xwepêşandanan de bi dehan kes hatin kuştin

Ev 3 rojin, Kazexîstan dişewite. Bihabûna nirxê sotemeniyê hikumeta welat neçarî îstifayê kir. Lê vê jî bi têra xwepêşandêran nekir û her roja diçe rewş aloztir dibe. Avahiyên dewletê tên şewitandin û asta êrişa li dijî xwepêşandêran jî tundtir dibe. Hêzên ewlekariyê li wê yekê mikur hatin ku bi dehan xwepêşandêr hatine kuştin. Li welat ku rewşa awerte hatî ragihandin, êdî tankên artêşê li kolanên welat digerin.

Ev 3 rojin rewşa li Kazexîstanê bivî rengî ye.

Berdevkê polîsên Kazakistanê Saltanat Azirbek got,

“Hêzên alîgirê tundiyê doh bi şev hewl dan biavêjin ser avahiyên rêveberiyê, departmana polîsan a bajarê Almatî, her wiha departmanên xwecihî yên cuda û qereqolên polîsan.”

Azirbek yê xwepêşandêr weke êrişakar binavkirî jî diyar kir ku bi dehan ji wan hatine kuştin.

Têkildarî agahiyên derbarê nasnameya van kesan de jî ti agahî nehatin parvekirin.

Hate ragihandin ku li taxeke Almatî operasyona polîsan dewam dike.

Li gorî Wezareta Karên Hundir a Kazak herî kêm 8 hêzên ewlekariyê hatin kuştin û 317 jî birîndar bûn.

Li bajarê Almatî gelek avahî hatin şewitandin.

Ji bajar dengê çekan jî hat bihistin.

Çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî zêdekirina buhayê gaza petrolê (LPG) 2’ê Çile li bajarê Zhanaozenê dest pê kir.

Û piştre li seranserê Derya Hazarê belav bû.

Serokkomar Kasim Comert Tokayev her çiqasî hikumeta Serokwezîr Askar Mamîn ji erk girt û alîkarê wî Alîhan Îsmaîlov bi demkî erkdar kiribe jî xwepêşandan ranwestiyan.

Li tevahiya welêt xetên înternetê û telefonê hatine birîn.

Di asta neteweyî de rewşa awarte hatiye ragihandin.

Back to top button