Vê êvarê li Siwîsreiyê di navbera şandeyên Amerîka û Rûsyayê de hevdîtin pêk tên.
Beriya hevdîtinê, Mosko peyam da ku ew ê bi ti awayê stûyê xwe li hemberî gefan neteweyînin û ji daxwazên xwe neyên xwarê.
Di bin navê peydakirina çareseriya ji bo aloziya Ukraine, êvarê li bajarê Cinêvê şandeyên Rûsya û Amerîkayê kom dibin.
Di wexteke wiha de Waşîngton û Brûksel ragihandin ku helwesta Rûyayê hêviyên wan ên ji bo çareseriyê kêm dike.
Tevî vê yekê jî herkes li benda hevdîtinên îro ye.
Beriya wê Rûsya peyam da ku ew ê stûyê xwe li hemberî gef û zetan xwar neke.
Li ser mijarê cîgirê wezîrê karê derve Sergeî Rybakov ku di heman demê de encama şandeya danûstandinan e wiha axivî:
Em ê ti zextan qebûl nekin. Destwerdana ji daxwazan bi ti awayî di rojeva me de tine ye.
Ihtîmale heye ku hevkarên me ên Amerîka û NATO wê nizanibin bê pêwîstiya me bi çi heye.
Divê were zanîn ku em ê dest ji berjewendiyên Rûsyayê bernedin.