Hevserokê giştî yê HDP’ê mijarên di rojevê de nirxand

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di komcivîna partiya xwe de axivî û mijarên di rojevê de nirxand.Sancar diyar kir Tirkiye ber bi felaketekê ve tê birin û got: “Em ê xebatên xwe yên Tifaqa Demokrasiyê bileztir bikin. Rêya rizgariyê di Tifaqa Demokrasiyê de ye.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di komcivîna partiya xwe de axivî û mijarên di rojevê de nirxand.

Sancar destpêkê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li tevahiya jinan pîroz kir û têkoşîna wan slav kir.

Mîthat Sancar: Dema mijar dibe HDP, hemû dibin yek

Di axaftina xwe de Sancar rakirina parlementeriya parlamentera wan a Amedê Semra Guzel bi bîr xist û bal kişande ser piştgiriya partiyên mûxalefetê ya bi partiya desthilatdar AKP-MHP’ê re.

Mîthat Sancar di axaftina xwe de wiha got:

“Jixwe em dijminatiya desthilatdarê ya li hember HDP’ê û jinan dizanin.

Lê belê ev muxalefeta ku behsa neheqiyên desthilatdarê dike, dema mesele dibe HDP ew jî dibin şirîkên neheqiyên desthilatdarê.

Rakirina parlementeriya Semra Guzel di heman demê de tê wateya zilma li ser partiya me.”

Mîthat Sancar: Desthilata Erdogan welat ber bi felaketekê ve dibin

Sancar diyar kir divê polîtîkayên şerxwaz ên desthilatdariya AKP-MHP’ê bên dîtin û got:

“Desthilata AKP-MHP’ê welat ber bi feleketekê ve dibin.”

Mîthat Sancar: Rêya rizgariyê di tifaqa demokrasiyê de ye

Di dewamê de Sancar bal kişande ser girîngiya sazkirina Tifaqa Demokrasiyê û ev tişt anî ziman:

“Bangên me yên ji bo Tifaqa Demokrasiyê gelek girîng in û dixwaze agirê heyî vemirîne.

Em ê bêwestan bangên xwe bidomînin. Em ê xebatên xwe bileztir bikin.

Rêya rizgariyê di Tifaqa Demokrasiyê de ye.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sancar dawî de qeyrana aborî ya li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê jî nirxand û got:

Mîthat Sancar: Êdî kes bi derewên wan bawer nake

“Desthilata Erdogan bi hêceta Şerê Ûkrayna-Rûsya yê bihayê her tiştê zêde dike û bi vê yekê jî hewl dide aboriya Tirkiyê ku ketiye çiravê de bi vî şerî derxe paqijiyê.”

Mîthat Sancar destnîşan kir ku desthilat hemû pirsgirêkan bi hêzên derve ve girê dide, lê edî kes ji van derewên wan bawer nake.

Back to top button