Duran Kalkan: Bi geşkirina têkoşînê emê sala 24’an a komployê bikin sala azadiya Rêber Apo

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan ji malpera fermî ya PKK’ê nivîsek nivîsand û komploya navneteweyî a li ser Rêber Apo, bi berfirehî nirxand. Kalkan da zanîn têkoşîna li dijî komploya Navneteweyî her diçe geştir dibe û got: “Em di sala 24’an a komployê de ger têkoşînê mezin û gurtir bikin dikarin bikin sala azadiya Rêber Apo.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan ji malpera fermî ya PKK’ê re gotarek nivîsand û komploya navneteweyî ya li ser Rêber Apo, bi qonaxên komployê yên dîrokî nirxand.

Duran Kalkan diyar kir ku ew di sala 24’an a komployê de ger têkoşînê geş û gurtir bikin dikarin bikin sala azadiya Rêber Apo.

Duran Kalkan: Her ku komplo bi berfîrehî tê fêmkirin têkoşîna li dijî wê jî geştir dibe

Kalkan da zanîn têkoşîna li dijî komploya Navneteweyî her diçe geştir dibe û wiha got:

”Her ku diçe komplo bi berfirehî tê fêhmkirin, têkoşîna azadî û demokrasiyê ya li dijî komployê jî her ku diçe geştir dibe.

Pêngava me ya berxwedanê ya ‘Dema Azadiyê ye” ya bi armanca hilweşandina pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê, li Kurdistanê û cîhanê berbelav dibe.

Em pê bawer in ku îsal jî bi vê bingehê pergala êşkence û tecrîdê bi temamî were parçekirin. ”

Duran Kalkan: Hêzên komploger bi destê Tirkiyê xwestin Rêber po tune bikin

Duran Kalkan armanca hêzên navneteweyî ya ji kompleyê û qonaxên dîrokî yê êrîşên îmhayê ên li ser Rêber Apo bibîrxist û ev tişt got:

“Piştî ku hêzên kompleger nekarîn bi rengekî veşartî Rêber Apo tune bikin, plana Komploya 15’ê Sibatê danîn.

Hêzên kompleger bi plana komplaya 15’ê Sibatê Rêber Apo teslîmî Tirkiyê kirin û xwestin bi îdamê tune bikin.

Xwestin di şexsê Rêber Apo de qirkirina Kurdan bibin serî.”

Duran Kalkan: Rêber Apo li dijî komployan planên têkoşînê danîn û komplo pûç kirin

Di dewamê de Kalkan bal kişande li ser cihêtî û xala hevpar a Komploya 15’ê Sibatê û 9’ê Cotmehê jî û wiha got:

”Ji vî alî ve Komploya 15’ê Sibatê ji komploya 9’ê Cotmehê cihê ye.

Xwestin 9’ê Cotmehê bi rêbazên veşartî Rêbertî tune bikin, bi komploya 15’ê Sibatê jî, bi teslîmkirinê, bi destê dewleta Tirk xwestin îdam bikin.

Cihêtiya Komploya 9’ê Cotmehê û 15’ê Sibatê ev e.”

Kalkan diyar kir Rêber Apo li dijî komployan planên têkoşînê danîn û her du komplo pûç kir.

Duran Kalkan: Êrişa tunekirinê bi pergala êşkence û tecrîdê tê domandin

Her wiha Duran Kalkan Plana Çokdanînê ya 30’ê Cotmeha 2014’an a di civîna Desteya Ewlehiya Millî ya Tirk jî bi bîr xist û got,

”Êrîşa tunekirnê ku li hundir ji hêla AKP-MHP’ê û li derve bi destê DYE, PDK’ê, heta niha bi rengekî tund û bi plan, bi pergala êşkence û tecrîdê ya Imraliyê tê domandin.”

Duran Kalkan: Divê em komployê di mejî û dilê xwe de têk bibin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan anî ziman di sala 24’an a têkoşîna li dijî komployê de, beriya her tiştî divê komployê di mêjî û dilê xwe de têk bibin û got:

”Heke em karibin vê pêk bînin, sala 24’an bi rastî jî dikare bibe sala ku komplo bi temamî were têkbirin, pergala êşkence û tecridê bê parçekirin, azadiya Rêber Apo pêk were.”

Back to top button