Li kampa Holê xeteriya DAIŞ’ê

Rêvebera Kampa Holê ya Kantona Hesekê Hemrîn El-Hesen xeteriya Tûgaya El-Xensa ya di nava kampê de xwe birêxistin dike, eşkere kir.Li gorî Hemrînê ev tûgay bi karê cezakirin, kuştin û tundrewiyê radibe.

Kampa Holê ya xeternak..

Li vê kampê piranî malbatên çeteyên DAIŞ’ê dimînin.

Ev malbatên ku hişmendiya teror ê DAIŞ’ê di mejiyê wan de zindî ye, zarokên xwe li gorî vê perwerde dikin.

Jin jî di bin navê “Tûgaya El-Xensa” ango (Ketîbet El-Xensa), di hundirê Kampa Holê de xwe birêxistin dikin.

Li gorî ku hatiye zanîn ev tûga destê rastê yê DAIŞ’ê ye, DAIŞ xwe bi wê xurt û mezin dike.

Derbarê kirên vê tûgayê li kampê, Rêvebera Kampa Holê Hemrîn El-Hesen axivî.

Hemrîn El-Hesen balkişand ser erkên tûgeya El-Xense û anî ziman ku

“Ji erkên Tûgayê kontrolkirina binpêkirinên ku ji aliyê jinan ve tên kirin, têkiliya bi çeteyên DAIŞ’ê yên derve û sepandina qanûnên DAIŞ’ê li ser malbatên li kampê”.

Hemrîn Hesen eşkere kir ku Tûgaya El-Xensa û El-Hisba ya Jinan ji jinên biyanî û Sûrî pêk tê.

Ew danûstandin û exlaqê jinan dişopînin, li gorî wê jî jinan ceza dikin.

Cezayê wan jî madî, tundiya derûnî û fizîkî, her wiha jin girtin û xistina qefesê de.

Çalakiyên tûgaya El-Hisbê û Xensa tenê bi cezakirina jin û darzandina wan re sînordar namîne.

Hemrînê da zanîn ku dema ew guman dikin niştecih ji îdeolojiya DAIŞ’ê dûr dikevin, cezayên tund li wan dibirin.

Jê qamçîkirin, êşkence, bêparkirina ji xwarin û vexwarinê, şewitandina kon û kuştin jî di nav de heye.

Li gorî Hemrînê tenê ji destpêka salê ve, 40 kes hatine kuştin, ji wan 10 kes hatine serjêkirin.

Rêvebera Kampa Holê diyar jî kir ku Tûgeya El- Xense bi karê zewcandina zarokên keç di bin gefa kuştinê de jî radibe.

Herî dawî Hemrîn El-Hesen eşkere kir ku 41 hezar û 490 welatiyên biyanî navbera Nîsana 2013 û Hezîrana 2018’an de li Iraq û Sûrî tevî DAIŞ’ê bûne.

4 hezar û 761 yanê ji sedî 13 jin in.

Rêjeyek din ku 4,640 an ji sedî 12 tê texmînkirin, piçûk in.

Ji lewre Rêvebera kampê xwest ev jin vegerin welatê xwe û ji nûve werin perwerdekirin.

Back to top button